Güncel Başlıklar :

Bajar - Şêrko Bêkes

Unknown 18 Eylül 2015 Cuma 11:08




Bajar

Qudis ji min re wisa got:
 ‘Îro tenê di navbera du saetan de
di nav sînga bajarê min de
pênce çem xeniqandin’

Hîva şeva ezmanê Santîago ji min re wisa got:
 ‘Îro tenê di nav saetek de
di nav serê bajarê min de
sed stêrkên min serjê kirin.’

Hespekî reş î bijsor ê Afrîkaî ji min re wisa got:
 ‘Îro tenê di nav nîv saetê de
li ser kevirê reş î pişta min
mêjiyê gelek mirovên min perçiqandin.’

Min jî got;
‘Birano !
Tenê cudahiya navbera me ev e
Bajarê min wisa kuştin ku, deqîqe jî pê nehesiya.’

Şêrko Bêkes

Sosyal Medya :

Yorum Gönder

 

Copyright © 2015 Kürt Yazarlar