Rêya Qiyame
Ger tu ji bedena gulan diriyên wê yekoyeko biqetînî
Cîhê te dirî jê qetandine yekoyeko xwîn dibe
Cihê te dirî jê qetandine ger tu wek biharek hezr bikî
Li kurdistanê di rêya Mûş-Tetwanê de cîhekî xwîn dibe
Ger tu di rêya Mûş-Tetwanê de ji gulan û dewletê bawer bikî
Îsad xwîn dibin, leşkeren xirab arastî xwîn dibin
Tu rindek havînêye, pelên te tirş, ger tu xwe di avê de bişo
Porteqal diêşe, titûn şerm dike, hejîr xwîn dibe
Em di rêyek de dest di destê hev de diçin, ger tu rojek ji wê rê bêzar bibî
Padîsah û mûş xwîn dibîn, darûlbedayî xwîn dibin
Rojeke di rêya Mûş-Tetwanê de êvarekî te çiye
Li wir herdem gîha gîha xamatî xwîn dibin
Rêya ku em dest di dest hev de tê de diçûn her ku bice tu mezin bibî
Di hundurê min de cihekî pir sekinî, cihekî pir kevn xwîn dibe
Turgut Uyar
Wergerandin: Jandil Nevzat Mert
Yorum Gönder